Operasyonên hêzên navneteweyî li Behra Sor

Li Behra Sor êrîşên du alî ya Husiyan û hêzên navneteweyî didomin.
Piştî operasyona Amerîka û Îngîlîstanê, Fransa û Almanya jî tevlî êrîşên li dijî Husiyan bûn.
Di hefteya borî de Husiyan keştiyeke Înglîzan ku madeyên kîmyewî hildigirt xistin.
Îngîlîstan hişyarî da ku heger keştî binav bibe dê karesatekî hawîrdorê rû bide.

Almanya cara yekê tevlî êrîşî li dijî Husiyan bû.

Piştî Fransayê Almanya jî li dijî êrîşa Husiyan de bû welatê duyem a Yekîtiya Ewropayê.

Amerîka tevlî Îngîlîstanê ji 12’ê Çileyê ve Husiyên li Yemenê dike armanc.

Welatên Rojavayî ya navborî heya niha zêdetirî 300 êrîşên hewayî pêk anîn.

Piştî fransa Almanya jî tevlî êrîşên li dijî Husiyan bûn

Heremên ku bûye armanca êrîşan Sana, Hudeyda, Taiz, Hacca, Saada û Dhamar e.

Lîderê Husiyan Abdulmelîk El Husi derbarê êrîşan de anî ziman ku ew êrîş hêza wan a leşkerî lewaz nekiriye.

El Husî operasyonên welatên Rojavayî weke êrîşên parastina bo rûmeta xwe bi nav kir.

Medyaya Husiyan ragihand yek ji giravên di bin kontrola wan de ji hêla Amerîka û Îngîlîstanê du êrîşên hewayî pêk hatine.

Operasyonên Amerîka û Îngîlîstanê li dijî Husiyan

Daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Almanyayê ve hat dayîn, hat gotin ku du balafirên bê mirov a girêdayî Husiyan bi serkeftî hatiye xistin.

Yekîtiya Ewropayê ji bo ewlehiya keştiyên li Behra Sor û Kendava Adanê pêk bîne di 19’ê Sibatê de dest bi ‘Operasyona Aspidest’ kir.

Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girêdayî Husiyan 5 balafirên bê mirov hatiye rûxandin.

Metirsiyên welatên Ewropî ya li ser êrîşên Husiyan

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev yek bi balafirên şer ê Amerîkayê û keştiyê şer a girêdayî Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

CENTCOM destnîşan kir ku balafirên bê mirov a ku li heremên di bin kontrola Husiyan de tên li hemberî keştiyên bazirganiyê û keştiyên şer ên Amerîkayê gefeke nêz e.

27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji ber metirsiya ku êrîşên Husiyan xisarê bigihîne aboriyên wan di nava hefteyekî de li ser misyona Behra Sor li hev kirin.

Êrîşên li dijî keştiya Rubymarê Îngilîstanê hişyarî da

Keştiya Rubymar yên Îngîlîzan hefteya borî ji hêla Husiyan ve hat xistin.

Keştî madeyên kimyewî hildigirt, ji bo vê xeteriya karesata hawîrdorê jî heye.

Îngîlîstanê ji ber karesata hawîrdorê hişyarî da û got:

Keştiya Rubymarê madeyên kimyewî hildigire

“Tevî ku çend salin hewldana pêşîgirtina krizên keştiyan tê nîşandan Husiyan êrîşên xwe didomînin.

Êrîşên li dijî keştiya Rubymar rê li karesatek cuda jî vedike.”

Hikumeta Yemenê jî, ji bo pêşîgirtina binavbûna keştiyê barhilgir banga alîkariyê kir.

Rayedarên Yemenê diyar kirin ku ji ber hundirê keştiyê av tijî bûye xeteriya binavbûnê heye.

Husiyan: Amerîka û Îngîlîstan bajarê Hudeydayê xistin

Back to top button