Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê saziya 7’an a kelûpelên xwarinê li Qamişloyê vekir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê saziya 7’an a kelûpelan li herêmê vekir.

Vekirina van saziyan bi armanca sivikkirina barê welatiyan pêk tê.

Di saziyê de hemû pêwîstiyên xwarin û vexwarin û kelûpelên din peyda dibin û bi buhayê guncaw tên firotin.

Sazî li bajarê Qamişlo bi amadebûna hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis, endamên Desteya Aborî û bi dehan şêniyan hate vekirin.

Telet Yûnis anî ziman ku armanca vekirina van saziyan piştgiriya şêniyan û rêgirtina li ber keysbaziya pazirganan e.

Hevseroka Şirketa Newroz a Bakur û Rojhilatê Sûrî Leyla Yûsif jî diyar kir ku di saziyê de buhayên kelûpelan erzan e.

Back to top button