Li seranserî herêmê bi daxuyanî û çalakiyan li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker nerazîbûn hatin nîşandan.
Di daxuyaniyan de bang li tevahî gelê herêmê hate kirin ku hevgirtina xwe xurtir bikin û bi hevre li ber êrişan rabin.
Hêrs û bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin.
Sazî, rêxistin û partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê li Kampa Serdem a Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kir.
Rêxistinê diyar kir ku ev êriş pîvan û zagonên navnetewî bin pê dike û bang li aliyên hiqûqî û mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û rê li van êrişan bigrin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî derbarê êrişan û salvegera 4`an a dagirkirina Girê Spî û Efrînê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê têkoşîna xwe ya li hember her cure êrişan dewam bikin.
Parêzer û endamên Meclisa Edaletê a herêma Firatê jî bi heman armancê êriş şermezar kirin û wiha gotin:
“Her cara ku dewleta Tirk êriş dike sivîl dibin qurban.
Divê êdî hêzên navnetewî qada ezmanî ya herêmê li êrişan bigrin.”
Saziya Ol û Baweriyan a li Kobanê jî da zanîn ku dewleta Tirk qaşo bi navê îslamê tev digere, lê sûcên herî hov û ên li dij pîvanên îslamî pêk tîne.
Komelgeha Navendên Astengdaran jî ev êrişên qirkirinê bi tundî şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişan hevgirtina xwe xurt bikin û destketiyên xwe biparêzin.
Li Minbicê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku ew ê berxwedana xwe ji bo parastina sîstema netewa demokratîk dewam bikin.
Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyek hevpar li Minbic, Heleb û Til Temirê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir û hate gotin;
“Dewleta tirk bi hinceta êrişa li Enqerayê êrişên xwe li dijî herêmê dijwar kiriye.
Her wiha rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê jî li Qamişloyê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Ev êriş li ber çavên qaşo aliyên garantor pêk tên, lê ev alî helwestê nîşan nadin.
Divê hemû gelê me li hember van êrişan rabin ser pêyan.”
Heyva Sor a Kurd jî êriş şermezar kir û bang li aliyên navnetewî kir ku ji bo rawestandina êrişan bi erka xwe rabin.
Şêx, rûspî û eşîrên Tebqayê jî êriş şermezarkirin ew êw ê projeya xwe ya neteweya demokratîk ji her cureyên êriş û terorê biparêzin.