Duh li herêmê 14 şehîdên ku di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin oxirkirin.
Li Amûdê, Til Berak û Hesekê merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin.
Li dijî êrişan peyamên berxwedan û tekoşînê hatin dayîn.
Îro li gelek devrên herêmê merasîmên sersaxiyên yên şehîdna hatin lidarxistin.
Xelkê navçeya Amûdê û gundên wê sersaxî dan malbatên 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di êrişa li Til Hebeş de şehîd bûn.
Di meraîsmê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî û balkişand li ser fedekariyên şehîdan.
Endama Kongra Star Mîra Zoro jî destnîşan kir ku lehengiya şehîdan ji cîhanê re bûye mînak û diyar kir ew ji ber êrişan gav bi paşde navêjin.
Sersaxî ji malbatên şehîd Ednan Ebdî û Mecd Damin re hat xwestin
Şêniyên Hesekê jî sersaxî dan malbatên şehîdên sivîl Ednan Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Damin ku di êrişan de şehîd bûn.
Di merasîmê de, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şeremzar kir.
Zozanê bang li gel kir ku rêxistina xwe xurttir bikin û planên dagirkeran têk bibin.
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Agirî Hesekê jî diyar kir ew ê armancên şehîdan pêk bînin û serkeftinê misoger bikin.
Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên şehîdan
Li gundê Zorava yê Kobanê jî ji bo 6 şehîdan, merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin.
Şêniyên Kobanê berê xwe dan kon û sersaxî dan malbatên şehîdan.