Şêniyên navçeya Til Birakê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ehmed Kendo ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Amûdê şehîd bû.
Konê sersaxiyê li gundê Simêhan ê rojhilatê navçeyê li ber mala şehîd hat vedan.
Di merasîmê de endama navçeya Til Birakê Leyla Zixîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:
“şehîd banga welat bersivandin û canê xwe kir feda.”
Endamê PYD′ê Ebdurehîm Fatimê jî sersaxî ji malbaa şehîd re xwest û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Ebdurehîm soza şopandina xeta şehîdan û domandina berxwedanê da.
Endama Kongra Star a Til Birakê Hîba Berko jî got:
“Êriş îradeya gelên herêmê naşkîne û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serkeftinê da.”
Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.