Çalakiya nobetê ya wargeha Mexmûrê bi koma 9’an didome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma 9’emîn û bi biryardariyek mezin didome.

Li Wargehê çalakiya nobetê bi merasîmekê koma 8’emîn çalakî dewrî koma 9’emîn kir.

Merasîme dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn Rojnemevan Bêrîvan Tunç axivî.

Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha got:

“Wek tê zanîn ev 30 mehin me tu agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye û her ku diçe fikarên me yên di derbarê rewşa tenduristiya Rêbertiya me de girantir dibin.

Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, emê di nava çalakiyan de bin.”

Mexmûr-Çalakiya li dijî tecrîdê bi koma 8’an dewam dike

Back to top button