Şehba-Tevkariya ENKS’ê ya bi dagirkeriya Tirkiyê re hat şermezarkirin

Endamên Meclisa Efrîn û Şehbayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê bal kişandin tevkariya ENKS’ê bi dagirkeriya Tirkiyê re, diyar kirin ku mafê ENKS’ê tuneye bi navê kurdîtiyê baxivê.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê-Efrîn û Şehbayê Emîne Xelîl tevkariya ENKS’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û anî ziman ku destê ENKS’ê di kuştina Efrîniyan de heye.

Emîne Xelîl bang li ENKS’ê kir ku dev ji tevkariya bi dewleta Tirk re berde, destnîşan kir ku hevkariya ENKS’ê bi dewleta Tirk a dagirker re ne exlaqî ye.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Keçwan da zanîn ku destê ENKS’ê di guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî de heye û got:

Bila ENKS’ê baş zanibe ku em tevkariya wê ya bi dagirkeran re qebûl nakin.”

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê- Şaxê Efrîn û Şehbayê Efiyet Henan jî got:

“Kurdên ku ziman, çand û nasnameya xwe ji bîr bike bila nebêjin em Kurd in.”

Back to top button