Mîhrîcana 1’emîn a Wêjeyê li hola navenda çandê ya Reqayê li dar ketibû, bi dawî bû.
Di roja dawîn a mîhrîcanê de, gelek helbestvan, nivîskarên Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîr û Yekitiya Mamosteyan beşdar bûn.
Di mîhrîcanê de semîner têkildarî romanê û şanoyê hatin dayîn.
Di dawiya mîhrîcanê de wêjevan Îbrahîm Xelîl û helbestvan Fîroz ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.