Doh êvarê Mîhrîcana Yekemîn a Wêjeyî ya Reqayê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê dest pê kir.
Di mîhrîcanê de nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Yekitiya Rewşenbîran, helbestvan û wêjevanên serbixwe beşdar bûn.
Di serî de endamê Komîteya Çand û Hunerê û endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd El Xelef bixêrhatina mêvanan kir û got:
“Sala borî me li vî bajarî pêşangeha pirtûkan piştî salên dirêj ên êş û zehmetiyan li dar xist.”
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhef El Fehid jî ev nirxandin kir:
“Em lidarxistina Mîhrîcana Wêjeyî di bin siya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de radigihînin û hêvî dikin ku bibe nimûneya pirrengiya herêmê.
Tiştê girîng ew e ku em di peyama xwe ya wêjeyî de fedakaran ji bîr nekin ku ji bo ewlehî û aramiya me,berdêlên biha dane.”
Wêjevan û romannivîs Îbrahîm El Xelîl semînerek li ser tevgera wêjeyî û helbestan a bajarê Reqa û Cizîrê da.