Li Hesekê ji bo zarokan çalakiyek hunerî hat lidarxistin

Tevgera Çand û Hunerê ya Hesekê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist, tê de lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin.

Di çalakiya hûnerî de bi dehan zarok amade bûn.

Zaroka di çalakiyê de hûnerên xwe pêşandan.

Di serî de koma Şengê û Pengê şanoyek li ser çîroka Şengê û Pengê û gur pêşanda.

Piştre komeke Navenda Çand û Hunerê şanoyek li ser birçîbûna pisîkan û mişkan pêşanda.

Çalakî bi stranên zarokan bi dawî bû.

Back to top button