Li Amûdê bazirganekî hişbirê hat girtin

Di çarçoveya xebatên Hêzên dijî madeyên hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, di nava çend rojên derbasbûyî de, gelek bazirganên madeyên hişbirê li gelek deveran hatin girtin.
Her wiha li Eyn Îsayê çend bazirganên şûnwaran jî hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çend bazirganên madeyên hişbirê li Amûdê, Minbic û Şehbayê, giritn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî dan:

“Roja Şemiyê 19’ê Tebaxê, hêzên me yê dijî hişbirê, kesek ku hewil dida mîqdarek madeya heşîşê derbasî bajarê Amûdê bike, girt.

Dema ev kes li xaleka kontrolê hat girtin, 19 kefên heşîşê yên bi giraniya 3 hezar û 873 giramî, bi wî re hatin desteserkirin.

Li Minbicê 2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Beriya wê bi rojekê, li Minbicê jî 2 bazirganên hişbirê hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, dema girtina van kesan jî, ev made hatin desteserkirin:

  • Hezar û 51 hebên Captagonê
  • 4 gram madeya crystal
  • Alavên bikaranînê
  • 25 kilîtên kehrebeyê yên hatine dizîn
  • Kamereya çavdêriyê
  • Gustîleke kevn.

Li Şehbayê 5 bazirganên hişbirê hatin girtin

Heman rojê li herêmên Şehbayê jî, 5 bazirganên hişbirê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir, van kesan giyayê hişbirê diçand û madeyên hişbirê difirotin.

Bi van kesan re jî, ev made hatin desteserkirin:

  • 517 hebên hişbir
  • 13 şitlên giyayê hişbirê.
  • 6 gram bodreya hişbirê.

Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Hişbirê bang li şêniyan kir ku ger tevgerên têkildarî dan û standina hişbirê dît, agahiyê bidin hêzên wan.

3 Bazirganên şûnwaran li Eyn Îsayê hatin girtin

Li aliyê din, li navçeya Eyn Îsayê jî, 3 bazirganên şûnwaran, hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, piştî şopandineke demdirêj hat teqezkirin ku ev kes bazirganiya şûnwaran dikin.

Dema Hêzên Ewlekariyê bi kemînekî ev kes girtin, bi wan re 9 pareçeyên şûnwarî, desteser kirin.

Hêzên Ewlekariyê hemû sûcdar rêkirin Dozgeriya Giştî, da cezayên guncaw li wan werin birîn.

Back to top button