Şerê li Sûdanê bi dijwarî didome

Li Sûdanê şerê di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de gurtir bûye.
Artêşa Sûdanê dibêjin wan bajarê Xartûmê bi temamî kontrol kiriye.
Ofîsa Fermandariya HDK’ê jî ragihand ku hêzên wan li başûrê Xertûmê hin dever girtine.

Artêşa Sûdanê duh ragihand ku hêzên wan bajarê Xartûmê bi temamî kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev pêngav piştî şikandina êrîşa Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) pêk hatiye.

Her wiha hêzên artêşê ragihandin ku ew niha li dijî hemû êrişên nû amade ne.

Ofîsa Fermandariya HDK’ê jî ragihand ku hêzên wan beşek mezin li herêma Şecara ya li başûrê Xertûmê kontrol kirine.

Ofîsê ragihand ku hêzên wan herêmên rojhilat û bakurrojhilat kontrol kirine û aliyê başûrrojava jî maye.

Duh jî li başûrê Xertûmê di navbera artêşa Sûdanê û HDK’ê de pevçûnên dijwar qewimîn.

HDK’ê roja Duşemê ragihandibû ku wan dest danîne ser hejmareke zêde ya alavên leşkerî, depoyên çek û cebilxaneyan.

Her wiha 34 wesayîtên zirxî û tank, 12 top û 78 wesayîtên leşkerî hatine desteser kirin û 260 leşker jî hatine kuştin.

Di heman demê de bi sedan leşker, ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin.

Niştecihên Xartûmê jî diyar kirin ku duh li gelek taxên başûrê bajêr dengê topbarana hatiye bihîstin.

Her wiha balafirên şer gelek caran bajar bombardiman kirine.

Welatiyên Umdurman jî ragihandin li başûrê bajêr û li hin taxên navenda bajêr pevçûnên dijwar dest pê kirine.

Sûdan-Ji ber birçîbûnê zêdetirî 500 zarok jiyana xwe ji dest da

Back to top button