Di oxira parastina rûmeta gelê xwe de gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê dudilî canê xwe feda dikin.
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên Tebaxa 2020’an de li Serhedê şehîd bûne eşkere kir.
HPG”ê sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest û got:
“Hevrêyên me bûn milîtanên pêşeng ên meşa azadiyê ya gelê me.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayan ragihand.
HPG’ê eşkere kir ku 23’ê Tebaxa 2020’an li qada Serhedê di êrîşa dijmin de hevrê Cemîl Cîgerxwîn û Şervan Dirêj şehîd bûne.
HPG’ê diyar kir hevrê Cemîl û Şervan di her kêliyê de hewl dan armancên şehîdan pêk bînin û wiha got:
Ji bo gerîlatiya serdema nû bi cih bê anîn, bi fedakarî û biryarariyeke mezin têkoşiyan, ti carî xwe têrker nedîtin û her tim hewl dan xwe bi pêş ve bibin.
Bi van taybetmendiyên xwe ji xwe re kirin pîvan ku biçin qadên herî zehmet û lê têbikoşin.
HPG: Di nava têkoşîna azadiyê de xwe bi keda xwe afirandin
Bi domdarî HPG anî ziman hevreyên me di nava têkoşîna azadiyê de xwe bi keda xwe afirandin û got:
Em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gerîlayên bûne bi wiha ne:
Nasnav: Cemîl Cîgerxwîn
Nav paşnav: Şemsettîn Delayîmîlan
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik: Esmer
Bav: Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Tebaxa 2020 / Serhed
Nasnav: Şervan Dirêj
Nav paşnav: Huseyîn Kesercî
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Şadiye
Bav: Seracettîn
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Tebaxa 2020 / Serhed