Efrîn-32 Malbatên Turkmanî li Şêrawayê hatin bicihkirin

​​​​​​​Sûcên şer, alozî û binpêkirinên mafên mirovan li herêmên dagirkirî berdewamin.
32 malbatên Turkmanî li Efrîn hatin bicihkirin û ciwanek 20 salî dema dixwest derbasî Tirkiyê bibe bi guleyek sukastê di serê xwe tê kuştin.

Sûcên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li herêmên dagirkirî bê navber didome.

Ev kiryarên ku rojane têne kirin jî, li ber çavên tevahî Cîhanê tê kirin, lê tu alî deng ji xwe dernaxe.

Welatiyên ku li Efrînê mayî û nexwestin xaka xwe biterikînin di berxwedana xwe de bi israr in.

Yên neçarî koçberiyê jî bûn, çalakî û bangên wan ji bo darezandina dewleta Tirk û çeteyên wê ranawestin.

Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Tebaxê, bi piştgiriya rêxistina Ensar El Filistîniya 32 malbat ku piraniya wan Turkman in bi darê zorê dersînorî Efrînê kirin.

Ev malbat li avahiyeke mêtingeriyekê li Şêrawayê hatin bicihkirin.

Leşkerên Tirk li sînorê Sûrî-Tirkî yê Idlibê ciwanek 20 salî kuşt

Efrîn POST jî ragihand dema ku ciwanê 20 salî Ibrahîm El-Fehil hewl dida sînorê Sûrî – Tirkî yê Idlibê derbas bike ji aliyê leşkerên Tirk ve tê kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan HRW ji bo rewşa koçberan daxuyaniyek da

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan HRW jî bi raporekî da zanîn ku bi deh hezaran koçber li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.

Rêxistinê anî ziman ku pêdivî bi peydakirina rewşeke guncav ji bo koçberan heye û got:

“Alîkariyên ku wekaletên NY pêşkêşî kampên li herêmên Rêveberiya Xweser dikin têrê nakin.

Rêxistinên sivîl ên navneteweyî alîkariyên sînordarkirî pêşkêş dikin, ev yek jî bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixe.

Di encamê de xizmetên tenduristî û paqijî têk diçin, madeyên bingehîn di demên germ û sermayê de kêm dibin.

Rêxistinê bang li hikumeta Şamê jî kir ku astengiyên li pêş gihandina alîkariyan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, bi dawî bike.

”Pêdiviya kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye”

Gerînendeya Beşa Rojhilata Navîn a HRW′ê Adam Coogle jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman:

“Bi sed-hezaran koçber li kampên Bakur û Rojhilat Sûriyê dimînin, lê ji ber kêmbûna alîkariyan, ew di rewşên zehmet de dijîn.

Koçberî dewam dike û pêdiviya van kampan bi hewldanên zêde yên mirovî heye.

Back to top button