Dewleta Tirk li Kobanê dibistanan bombebaran dike

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade der barê girtina dibistanên Kobanê yên li nêzî sînor ji ber topbarana dagirkeriya Tirk de hişyarî da û bang li hikumeta Şamê û UNESCO’yê kir ku şagirtan ji van êrişan biparêzin.

​​​​​​​Dibistanên li ser sînor ên Kobanê ji ber êrişên dewleta tirk a dagirker di nava metirsiya girtinê de ne

Dibistana gundê Qeremox ji wan yek dibistanê ye ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker hate girtin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade axivî.

Bekir Cerade: Di konan de be jî emê perwerdeya Kurdî bidomînin

Bekir Cerade diyar kir armanca yekemîn ya dewleta tirk ji êrişan paşxistina wan di perwerdeyê de û got:

“Şerê çandî ji şerên herî metirsîdar e.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan şerê me dike û hewl dide îstîqrara herêmê têk bibe.”

Cerade destnîşan kir ku eger di konan de be jî, ew ê fêrkirina zimanê xwe, fêrkirina şagirtan bidomînin . Emê dibistanên xwe bibin ciheke din”

Bekir Cerade bang li UNESCO û hêzên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin.

Back to top button