HPG nasnameya fermandar Sabrî Bagok eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir.
HPG’ê fermandar Sabrî Bagok ku 14’ê Çileya 2020’an şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî û got: “Fermandar Sabrî ji bo mezinkirin û parastina nirxên gelê me mohra xwe li serkeftinên girîng daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir.

HPG’ê fermandar Sabrî Bagok ku 14’ê Çileya 2020’an şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî û got:

“Fermandar Sabrî ji bo mezinkirin û parastina nirxên gelê me mohra xwe li serkeftinên girîng daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnama fermandar Sabrî Bagok eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha bahsa têkoşîna 26 salan ya fermandar Sabrî Bagok kir:

“Ji bo parastina nirxên gelê xwe mohra xwe li serkeftinên girîng da”

“Hevrê Sabrî meşa xwe ya şoreşgerî li ser bingeha herî watedar û rast destpê kir.

Heta nefesa xwe ya dawî 26 salan di xeta Rêbertî de têkoşîna azadiyê bi rengekî serkeftî meşand.

Ji bo berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne ji Mêrdîn heta Gabarê, ji Zap heta Qendîl û Xakûrkê li gelek herêmên Kurdistanê, kedek mezin daye.

Hevrêyê me Sabrî, ji bo azadiya gelê me û mirovahiyê bênefes têkoşiya.

Ji bo mezinkirin û parastina nirxên gelê me mohra xwe li serkeftinên girîng daye.

Di pêşketina têkoşîna me ya azadiyê de roleke bi bandor lîst.

HPG’ê anî ziman, şehîd Sabrî Bagok ji aliyê hevrêyên xwe ve bi navê Sabrî Torî dihat naskirin û got,

Weke ferdê malbatek welatparêz li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hat dinê.

HPG’ê diyar kir ku şehîd Sabrî çû Ewropayê û wextekê li wir xebitî, piştre berê xwe da Kurdistanê û di sala 1993’an de tevlî nava refên PKK’ê bû.

Sala 1994’an derbasî qada Rêbertî bû û perwerdehiya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo wergirt.

Hevrê Sabrî li qadên ku lê dima, ji bo bersivê bide erkên serdemê, karîbû bibe fermandarekî serketî.

HPG’ê dawiya daxuyaniyê soza pêkanîna armance şehîdan da û got:

“Ji bo bêrîkirin û armancên wî dê têbikoşin û vê têkoşînê bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ve tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Sabrî Bagok
Nav û Paşnav: Yahya Dûman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik-Bav: Hanim-Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Çileya 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button