HRE di mehekê de 15 çalakî li dijî dagirkeriya Tirkiyê pêk anîn

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a qirker bêhn li wan çikandiye.
Hêzên Rizgariyê di nava mehekê de, 15 çalakî pêk anîn.
Di encamê de, 23 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
34 leşker û çete jî birîndar bûn

Li herêmên Efrîn, Mari û Babê leşker û çeteyên dewleta Tirk mehek din di nava tirsê de derbas kirin.

Hêzên Rizgariya Efrîn HRE li herêmên navbûrî çalakiyên bibandor pêk anîn.

HRE bîlançoya çalakiyên xwe yên ji 17’ê Cotmehê heta 19’ê Mijdarê eşkere kir.

HRE: 23 Leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 34 jî birîndar bûn

Di daxuyaniyê de, ev agahî hatin parvekirin.

Di navbera 17 û 19’ê Cotmehê de, li Mari û Babê 5 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

20’ê Cotmehê, di encama çalakiya ku li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Heman rojê, li xeta Babê di encama çalakiyekw taybet de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Piştî van çalakiyan bi rojekê 21’ê Cotmehê, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera çalakiyek hat lidarxistin.

Di encama de, leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

30’ê Cotmehê, di encama çalakiyekê de ku li xeta Babê hat lidarxistin, çeteyek hat kuştin.

31’ê Cotmeh û 1’ê Mijdarê di çalakiyên li heman herêmê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên rizgariyê bi despêka miha Mijdarê re jî peyama ku wê çalakiyên xwe berfihrek bikin dan.

6’ê Mijdarê, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Hîzwan çalakiyek taybet hat lidarxistin.

Leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 jî birîndar bûn.

10’ê Mijdarê li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a Daglibaşê çalakiya pêk hatî de, 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di çalakiyên navbera 17 û 18’ê Mijdarê de, li Mari û herêma Efrîna hatî dagirkirin, 6 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

19’ê Mijdarê şervanên hêzên rizgariyê bi ser baragehên çeteyan ên li navbera gundê Kîmar û Beradê ya navçeya Şêerewa de girtin.

4 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

2 kamerayên mobese jî hatin bêkêrkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê di dawiyê de diyar kir ku di encama van çalakiyan de bi giştî 20 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 22 çete û 12 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button