Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê (Komele) Kanî Kerempur, diyar kir xwepêşandanên li Îranê derbasî qonaxa şoreşê bûne û destkeftiyên mezin bidestxistine.
Her wiha got :”Serhildana gel partiyên Kurd ên Rojhilat nêzî hev kiriye û navendek hevbeş ji bo yekdengî û yekhelwestiyê hatiye avakirin.”
Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê (Komele) Kanî Kerempur derbarê serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxandin kir…
Kanî Kerempur di destpêkê de îşaret bi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got:
“Em van xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê wek şoreş binav dikin.
Hinek destkeftên mezin bi destve aniye, niha dengê Kurdan gihiştiye hemû Îran û cîhanê.
Bi vê şoreşê ev siyaseta Komara Îslamî ya Îranê bi serneket..”
Kanî Kerempur îşaret bi destkeftiyên heyî jî kir û wiha domand:
“Yek ji destkeftiyên mezin ewe jinan îradeya xwe bi serxistine..
Dirûşmên mirin ji bo Xamneyî û Komara Îslamî ya Îranê dibêjin.
Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bilind dikin.
Êdî ev yek ji serhildanê derbasbûye, bûye şoreş û dengê şoreşê li hemû cadeyên Îranê deng dide.”
Pêwîste gel li beramberî pilan û projeyên dewletên serdest hişyar be.
“Hêzên Kurd ên Rojhilat nêzî hev dibin”
Kanî derbarê helwesta hêzên Rojhilatê Kurdistanê de jî got:
“Niha ji ber van xwepêşandan û serhildanên gel hêzên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê nêzî hev bûne.
Navendek hevbeş ji bo yekdengî û yek helwestiyê avakirine. ”
“Her pirojeyek di berjewediyên gel de be em piştgiriyê didênê”
Di dawiyê de Kanî Kerempur dawiyê ev yek anî ziman:
Her proje û bangek ku di berjewendiya gel de be, em piştgiriyê didinê û tevil dibin.