Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawî de 5 kesên din ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 jin û 2 mêr in.
Mistefa diyar kir ku 25 kes nexweş ketine û 8 kesên ku pêketine jî baş bûne.
Bi van daneyan re hejmara pêkhateyên vîrusa Coronayê li herêmê gihaşt 18 hezar û 51.
Ji wan 737 kes jiyana xwe ji dest dane û hezar û 837 kes jî baş bûne.