HPG: Artêşa Tirk Zap, Avaşîn û Metîna ji hewayî û bejahî bombebaran kir

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin û gerîla jî bi çalakiyan bersiva êrîşan didin. HPG’ê ragihand artêşa Tirk ya dagirker herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji hewayî û bejahî bomberan kir. Li aliyê din gerîla TV jî dîmenên çalakiya li herêma Heftenînê ku di encamê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatibûn kuştin, weşand.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayên Kurdistanê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva êrîşan didin û rojane derban li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir roja 6 û 7’ê Hezîranê artêşa Tirk ya dagirker Girê Zendûra, gundên Kêste, Derarê, Deşîşe û Qela Qumriyê yên herêma Metîna,

Qadên Mamreşo û Mervanos yên herêma Avaşînê û qadên Ciloyê Piçûk û Çemço yên herêma Zapê bi helîkopter û guleyên hewanan bomberan kir.

HPG’ê da zanîn ji ber bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button