Li Çînê li avahiyekê şewat derket: 39 kes mirin

Hat ragihandin ku di şewata ku li herêma Xweser a Jiangxi Chuang a li başûrê rojavayê Çînê di avahiyeke apartmanê de derket de 39 kes mirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatiye dayîn, şewat li dikaneke bin avahiyek apartmanê ya li Kolana Tiengongnan a navçeya navendî ya Yushui, Şînyuyê dest pê kir û li qatên jor belav bû.

Li gorî agahiyên destpêkê di şewatê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Di dema ku agirkuj hewl didin agir vemirînin, ji bo xilaskirina kesên di avahiyê de asê mane têdikoşin.

Heya niha sedema şewata li Herêma Xweser a Jiangxi Cuang nayê zanîn, lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Piştî vê bûyerê, Serokê Çînê Şî Cînpîng ferman da ku bi girtina tedbîrên bibiryar ji bo rêgirtina li qezayên dubare û berdewam ên ji ber lawaziyên ewlehiyê, ewlekariya can û mal û milkê welatiyan were dabînkirin.

Back to top button