Êrişên 7 rojan: 10 Welatî şehîd bûn

Di nava hefteyê de, dewleta Tirk a qirker êrişên dijwar li ser herêmê pêk anî.
Di pêla êrişa nû de, her tişt da ber xwe.
Ji navendên xizmetguzarî bigre heta, tenduristî û perwerdê.
Di encama vê de, 10 welatî şehîd û bidehan jî birîndar bûn
Belê ev jî bîlançoya êrişên di nava hefteyekê de ne.

Sînameger Mensûr Kerîmiyan jî di nav de, 10 welatî şehîd û bi dehan jî birîndar bûn.

Ev encama bîlançoya hefteyek ya ji êrişên qirker ya dagirkeriya dewleta Tirk e.

Di pêla êrişa ku 23’ê Kanûnê hatî despêkirin de, binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên elektirîkê hatin armanckirin.

Ji ber êrişa stasyona Banê Şikeftê ya Dêrikê, stasyona Odê ya li Tirbespiyê ku bi rêya tûrbînan elektirîka dida stasyona Siwêdiyê ji xizmetê derketin.

Di encamê de gund û bajarokên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê bê elektirîk man.

“Tenê li Cizîrê 712 dibistan ji xizmetê derketin”

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişan de 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Her wiha, 712 dibistanên li kantona Cizîrê ji xizmetê derketin.

Li aliyekî din jî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aşkera kir ku stasyona oksojînê ya navendî ku oksojîn dida nexweşxaneyên Herêmê, her wiha navenda Diyalîzê ya kantona Cizîrê, navendê tenduristiyê ya kevin ku xizmetî 400 kesên li kantona Firatê dikir, ji xizmetê derketin.

Nexweşê gurçikan Ehmed Ebdurehman Xidir (65) ku li navenda diyalîzê ya Qamişlo ji 2 salan ve tedawî dibe ji ber derketina navendê ji xizmetê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê xizmetî 70 nexweşan dikir û tê de 6 alavên diyalîzê hebûn.

Li navendê 24 xebatkarên tibî lê dixebitîn.

Asayîş: 11 Rêbend bûn armanca êrişan, 3 endamên me birîndar bûn

Asayîşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihand ku di êrişên li ser rêbendan de, 3 endamên wan birîndar bûn.

Di êrişan de, 11 rêbend hatin armanckirin û ziyanên mezin li rêbendan bûn.

Tevî êrişên bi balafirên şer û bêmirov, di aliyê bejahî de jî êrişên bi çekên giran yên li ser herêmê ranewestiyan.

Back to top button