Dagirkeriya Tirkiyê Dêrik, Tirbespiyê û Qerçox bombebaran kir

Roj derbas dibin, lê êrişên qirker yên dewleta Tirk li ser herêmê naraweste.
Ji doh ve dagirkeriya Tirk êrişî herêmê dike.
Hemû êrişên xwe bi balafirên şer pêk anîn.
Ji Dêrik , Tirbespiyê û Minbicê êriş hebûn.
Di êrişa li ser stasyona saîda ya Tirbespiyê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk a qirker êrişeke nû ya berfireh li ser herêmê daye despêkirin.

Piştî ku derbên mezin ji gêrîla xwar careke din êrişê binesaziya bakûr û rojhilatê sûriyê kir.

Di vê êrişê de her tişt dide ber xwe.

Hema çi li pêşiya xwe dibîne, dixwaze tine bike.

Aramî û ewlehiya li herêmê weke gefekê bo xwe dibîne.

Bi van êrişên xwe re jî bê ku ne qanûnek şer û ne peymanek mafê mirovan li ber çava were girtin, êrişên hovane pêk tîne.

Artêşa dagirker doh êvarê di saet 10’an de careke din bi balafirên şer cihên jiyanî kir armanc ..

Taybet li Dêrik û Tirbespiyê .

Dagirkeran stasyona odê û ya Seîdayê ya Tirbespiyê bombebaran kir.

Tirbespiyê – Di êrişa li ser stasyona Seîdayê de welatiyek birîndar bû

Di êrişa li ser stasyona Seîdayê de welatiyê bi navê Hisên Hemze Sadûn birîndar bû.

Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê.

Ji ber êrişê agir li cihê stasyona odê ket û stasyon ji xizmetê derket.

Her wekî artêşa dagirker gundê Banê Şikefta, stasyona qereçox, stasyona 7’an a kehrebê ya Dêrikê jî kir armanc.

Piştî êrişan tîmên agirkujê destwerdana cihê bûyerê kirin û heta vê sibê hewildan agirê ku stasyonê vêketibûye vemirine.

Çeteyên Tirkiyeyê Bakurê Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di danê êvarê de gundên bakurê Minbicê jî topbaran kirin.

Li gor hin agahiyan :

“Hêzên cebhit el ekrad droneke çeteyên dewleta Tirk li gundê Qirt Wêran xistin xwarê.

Piştî wê jî çeteyan herêm dan ber topan.”

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir û got:

“Dewleta Tirk gundên Seyade, Um Edese, Dendeniyê, Eûn El-Dadat, Ereb Hesen, El-Toxar topbarankirin.”

Li aliyekî êriş û dirûtî, li aliyê din, helwest û berxwedaniya gel.

Ji xwe, rêxistinbûyîn û girîngiya parastinê careke din weke hêmanên bingehîn yên jiyanê derketiye pêş.

Back to top button