Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber APO de bi diruşma ′Azadiya Rêbertî misogeriya azadiya jin û civaka demokratîk e′ li Hesekê doh panelek li dar xist.
Di panelê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên jinan beşdar bûn.
Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.
Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Ahîn Elî behsa rewşa jinan di civakê de di tevahî deman de û heta roja îro kir.
Endama rêvebera Jineolojiya ya kantona Hesekê Elya Osman jî
behsa wekheviyê kir.
Endama hevserokatiya Yekitiya Parêzeran parêzer Beşîra Cemaledîn jî li ser binesaziya qanûnî û neteweya demokratîk axivî.
Her wiha Beşîra li ser Rêbertî û komploya navneteweyî nîqaş kir.
Bi nîqaşên beşdaran panel bi dawî bû.
Ciwanên Minbicê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin