Aliyên dijber ên li Sûdanê ji bo ku parastina welatiyan were kirin û alîkarî ji mexdûran re werin şandin, bêyî ku agirbestê îmze bikin, li hev kirin.
Li gorî berpirsên Amerîkayê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn gotine,
Ji bo welatî zirarê nebînin, ew ê pabendî parastina sivîlan û hêsankirina derbasbûnê ji herêmên şer bikin û dê hemû tedbîran bigirin.
Li gorî “Danezana Cedayê” û berpirsan, dê her du alî parastina hemû cihên stratejîk û giştî bikin.
Kiryarên revandina bi darê zorê û girtina keto-ber a welatiyan jî qedexe bikin.
Li aliyekî din, rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ku nexwest navê xwe eşkere bike, got:
Ev lihevkirin ne lihevkirineke aktîf a şer e, lê ev yek gavek e girîng e.