Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya karatên bi beşdariya 100 lîstikvanan li dar xist.
Nivîsgeha Lîstikên Ferdî û Jinan a Yekitiya Werzîşê turnuvaya karatên li hola werzîşê a Qamişlo li dar xist.
Di turnuvayê de 5 kom û navendên werzîşê yên herêmê beşdar bûn, ew jî evin.
Serdem, Asayîş, Berxwedan, Hesekê û Berxwedan.
102 lîstikvanên karatên di navbera 13-14 saliyê de beşdar bûn.
Turnuva li ser astên ferdî û komî li dar ket.
Xelata 1’emîn Koma Asayîşê, ya 2’emîn Koma Berxwedan û ya 3’emîn jî Koma Serdemê wergirt.
Ev turnuva li ser asta herêmê ji bo lîstikên ferdî ku yekitî li dar dixe, a yekemîn e.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, turnuvaya futbolê ya ciwan û mêran di destpêka Gulanê de hatibû lidarxistin.