Li Kerkukê teqîn-berpirsê Parêzvanên Eniya Tirkmenan hate kuştin

Di mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmenan Tahir Îsmaîl de, teqînek çêbû. Hat ragihandin ku di encamê de Tahir Îsmaîl hate kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê,

Îro li mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmen Tahir Îsmaîl ya li taxa Zubatî ya li bajarê Kerkûkê teqînek çêbû.

Heman çavkaniyê ragihand ku Tahir Îsmaîl destpêkê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye.

Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi sedemê çêbûye. Derbarê bûyerê de polîsan lêkolîn da destpêkirin.

Back to top button