Tirkiyê 300 çeteyên din şandin Azerbeycanê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk 300 çeteyên nû şandin Azerbeycanê.

Çavdêriya Sûrî îro da zanîn ku Tirkiyê komeke nû ji çeteyên Sûrî ku hêjmara wan 300 de ji bo şerê li dijî Ermenistanê şandin Azerbeycanê.

Li gorî çavdêriyê heta niha 2350 çete ji Sûriyê ji bo şerê Qerebaxê hatine şandin.

Têkildarî şandina çeteyan, Çavdêriyê diyar kir ku Tirkiyê gelek zehmetiyan dikişîne.

Çeteyên Ixwan ên Sûrî ji ber ku hêzên Azerî, Şî’î ne û vê dawiyê hejmareke mezin ji çeteyan li wir hatin kuştin, xwe didin alî û naçin şer.

Çavdêriyê destnîşan kir ku ji ber heman sedeman vê dawiyê 320 çete ji çeperên şer ên li dijî Qerebaxê vegerîn Sûriyê.

Li gorî Çavdêriyê di çend rojên dawî de herî kêm 29 çete di şerê li hemberî hêzên Ermen li Qerebaxê de hatin kuştin û cenazeyên 15 çeteyan gihîştin Sûriyê.

Ji meha Îlonê û heta niha herî kêm 217 çete di şerê li dijî hêzên Ermen li Qerebaxê hatine kuştin.

Back to top button