Li herêma Idlibê şer gur dibe, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk herêmên di bin kontrola hev de topbaran dikin.
Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, Îro hêzên hikumetê herêma çiyayê El-Zawiyê yê ku başûrê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriyê da zanîn di encama topbarana hêzên hikumet Şamê de li herêma Erîha ya li başûrê Idilbê heya niha 4 welatî hatin kuştin û gelek welatî jî birîndar bûne.
Duh jî çeteyên dewleta Tirk deverên hêzên hikumetê yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.
Di encamê de 15 leşkerên hikumetê hatin kuştin.