Li Iraqê..cîgirê serçeteyê DAIŞ’ê bi operasyoneke istixbaratî hat kuştin

Li Iraqê, cîgirê serçeteyê DAIŞ’ê di encama operasyoneke istixbaratî de, hat kuştin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku hêzên wan li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke istixbaratî mezin pêk anî û di encamê de, cîgirê serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Yasir El-Îsawî tê naskirin, hat kuştin.

Kazimî teqez kir, ew ê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê heta ku çeteyek li welat hebe, berdewam bikin.

Duh jî li Kerkûkê 10 DAIŞ’î di êrîşeke artêşa Iraqî de hatibûn kuştin.

Back to top button