DYA: Dewleta Tirk ji bo me û Ewropa çavkaniya aloziyê ye

Rêveberiya nû ya Amerîkayê, dewleta Tirk weke metirsiyeke mezin li ser her derê dît.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê Jake Solvan diyar kir ku dewleta Tirk ji bo wan û dewletên Ewropayê çavkaniya aloziyê ye.

Li gorî Malpera Samanyolu ya Tirkî, Wezareta Derve ya Amerîkayê teqez kir ku rêveberiya nû ya Amerîkayê bang li Tirkiyê dike ku rêzê ji azadiyên sereke re bigire û çareyeke lezgîn bo doza siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û muxalifê Tirkî Osman Kavla bibîne.

Rêveberiya Jeo Biden berî niha di daxuyaniyeke xwe de bang li hikumeta AKP’ê kiribû ku rêzê ji biryarên dadgeha Ewropa re bigire û Demîrtaş û Kavla serbest berde.

Back to top button