Çeteyên dewleta Tirk, 11 kes ji eşîra Teyî li Girê Spî ya dagirkirî revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên dewleta Tirk 11 kes li bajarokê Silûk ê Girê Spî ya dagirkirî revandin.
Kesên hatine revandin, 5 jin û 6 mêr ên ji eşîra Teyî ya Ereb in.
Her wiha hate zanîn ku pêngava çeteyan a revandinê dewam dike.