Li maltepeya Stenbolê 18 kes mirine û bi dehan jî birîndar bûne

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a HBDH’ê têkildarî çalakiya ku li Mal-tepeya Stenbolê pêk aniye ragihand ku 18 kes mirine û bi dehan jî birîndar bûne.

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser derbarê encama çalakiya li Maltepeya Stenbolê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

“Îro Gerînendeya Mala Dirûtinê ya Artêşa Tirk a li Maltepeyê ya Stenbolê, bi teknîkeke taybet bûye armanca Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser.

Piştî şewatê 30 wesayîtên leşkerî û avahiya 2 qat bûye xwelî.

Artêşa Tirk wekî her carê li hemberî vê çalakiya me, rastî veşartiye û derew kiriye.

Li vê derê herî kêm 1500 leşker hebûn.”

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a HBDH’ê teqez kir ku di çalakiyê de 18 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne.

Back to top button