QSD: Di roja 2’an a operasyona “Birûska Cizîrê” de 52 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operasyona ‘Birûska Cizîrê’ a li dijî şaneyên DAIŞ’ê, di roja 2’an de dewam dike.
QSD’ê ragihand ku hêzên wan di roja 2’an a operasyonê de 52 çeteyên DAIŞ′ê û kesên êrişên terorane pêk anîne û xwe li gundewaran herêmên Hol û Til Hemîsê veşartibûn, girtine.

Operasyona hevbeş a ‘Birûska Cizîrê‘ ku duh hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên ewlekariya hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ’ê, li herêmên Hol û Til Hemîsê û gundewarên wê dest pê kiriye, di roja 2’an de dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê operasyonê de daxuyanî da.

QSD’ê got:

“Di roja duyem de hêzên hevbeş 52 çeteyên DAIŞ′ê û kesên êrişên terorane pêk tînin ku li gundewarên heremên navborî veşartibûn, girtin.

Hêzên hevbeş ji 9 aliyan ve dest bi operasyonê kir û rûbera lêgerîn û serdegirtinê piştî hewla hin endamên şaneyên terorîst a zextkirina li ser welatiyan da ku wan birevînin, berfireh kir.

Lê operasyona serdegirtinê ku hêzan pêk anîne, hemû hewlên wan têk birin û neçarî radestbûnê kirin.

Di karên lêpirsînê yên destpêkê de, çete li xwe mikur hatin ku ew beşdarî gelek kiryarên terorane bûne, pere û çek ji şaneyên rêxistinên terorîst re peyda kirine.

Gelek ji wan jî xwe amade dikir ku di sersalê de kiryarên terorane pêk bînin.

Ji ber qerabalixa şênyên li herêmê û bikaranîna rewşên mirovî ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst ve, hêzên me dema lêgerîn û girtina wan şaneyan zêde kir.

Her wiha dê hêzên me têkoşîna ji bo têkbirina wan şaneyan li herêmê dewam bikin da ku ewlehiyê li herêmê pêk bînin.”

Operasyona ku li gundên Belqîs, Ebû Cirin, Hinwaya Biçûk, Hinwaya Mezin û Hiseniyê yên navçeya Til Hemîsê, pêk hat dê sibe jî dewam bike.

Ferhad Şamî: DAIŞ’ê xwe amade dikir ku êrişên mezin pêk bîne

Back to top button