“Ger çareseriyek ji kampa Holê re neyê dîtin wê li kontrolê derkeve”

Rêveberiya Kampa Holê da zanîn ku li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku di çi kêliyê de be kamp ji bin kontrolê derkeve û dê bi xwe re karesateke mirovî bîne.

Li gorî belge û sicîlên Rêveberiya Kampa Holê qeydkirine, di 12 mehên borî de li kampê 36 sûcên kuştinê çêbûne..

Herî dawî du jinên ji Misirê ku di beşa Muhacîrata de diman hatin kuştin.

Ev kuştin jî piştî “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk hat.

Jinên DAIŞ′î û şaneyên DAIŞ′ê hewl didin fikrê tundraw di nava kampê de bi cih bikin ..

Piştî êrişên dewleta Tirk , êriş û tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û hewlên reva wan li kampê zêde bûn.

Endama rêveber a kampa Holê Cîhan Henan têkildarî mijar nirxandin kirin ..

Cîhan Henan diyar kir ku piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampê hate destpêkirin, rewşa ewlehiyê hinekî baş bû.

Cîhan da zanîn ku piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî nuqteyên ewlehiyê yên li kampê,hewlên reva çêbû û got :

“Kampa Holê bûyer pirsgirêk û êdî divê di demeke nêz de were çareserkirin.

Ew jî divê koçberên Iraqî li welatê xwe vegerin û yên Sûrî jî li bajarên xwe vegerin..

Her wiha jin û zarokên çeteyên DAIŞ′ê li welatên xwe vegerin.”

Heger kamp ji bin kontrolê derkeve dê kerasetek rû bide

Cîhan destnîşan kir ku kamp rûbirûyî derketina ji bin kontrolê de ye û axaftina xwe wiha bidawî kir:

“Ger êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dewam bike, îhtîmaleke mezin kam di kontrolê de derkeve û karesetekî mirovî rûbide..”

Back to top button