Şêniyên Qamişlo: Tecrîd li ser tevahî gelê Kurdistanê ye

Pêkhateyên Qamişlo tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û danxuyakirin ku di şexsê wî de hemû pêkhateyên kurdistanê tên tecrîdkirin.

Welatiya bi navê Amine Ewad a ji pêkhateya Ereb da zanîn ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin azad bibin û got:

“Bi taybet wek jinên Ereb bi projeya Rêber Ocalan me rastî û cewherê xwe nas kir.

Rêber Ocalan ji bo wekhevî û hevgirtina tevahî pêkhateyan têkoşînê dike. Em çi bikin em ê deyndarê Rêberê xwe bin.”

Amine Ewad bang li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Welatiyê bi navê Mihdî Mûsa jî tecrîd şermezar kir û daxuyakirin ku di şexsê Rêber APO de gelê kurdistanê tê tecrîdkirin

Ji pêkhateya Suryan Corc Yûsif anî ziman ku wan wek Suryan ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeheke jiyanê û wiha got: “Girtina Rêber Ocalan tê wateya girtina tevahî gelan, ji ber ku pêkhate bi fikr û felsefeya wî bawer in.”

Back to top button