Balafirên bêmirov êrişî baregeha Tenefê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî kirin.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk jî deverên hev yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.
Vê sibê li dijî bargeha Tenef ya hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li ser sînorê Sûrî-Urdunê êrişek hat kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên Îranê bi 3 dronan êrişî baregehê kirine.
Hat ragihandin Hêzên Koalisyonê 2 dron anîn xwarê û ya din jî baregeh hedef girt.
Di encamê de tenê zirar gihaşt derdorê.
Hat diyar kirin çekdarên Îranê jî li hemberî êrişeke muhtemel a hêzên koalisyonê di nava amedekariyê de ne.
Li herêma bêçek şer didome
Li herêma bêçek jî şerê dinavbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topan xalên hêzên hikumetê yên li gundewarê Helebê topbaran kirin.
Hêzên hikûmetê jî navendên çeteyan yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.