Rojnemevan Dilîşan Îbîş sembola çapemeniya şoreşê ye.
Dilîşan ji bo teyisandina rastiya şoreşa Rojava cihê xwe di xebatên çapemeniyê de girt.
Dilîşana ku rêveber, mamoste û heval bû di oxira rastiyê de şehîd bû û bû yek ji sembolên lêgerînvana heqîqetê.
Dilîşan Îbîş…
rojnamevanek wêrek, mînaka hevaltiyê û tekoşîna bêhempa.
Di 26’ê Îlona 1993’an de li gundê Helincê yê bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayîk dibe.
Bi girêdan û hezkirina malbata wê ji welat re hatiye dinê û ji malbata xwe fêrî hezkirina welat bûye.
Dilîşan xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedeyî li bajarê Kobanê dixwîne.
Wê beşa birêvebirina kar û baran hildibjêre, ji ber vê di 2011’an de berê xwe dide bajarê Helebê ji bo xwendina xwe dewam bike.
Di wê demê de li Rojava agirê şoreşê geş dibû.
Dilîşan ji ber kelecana şoreşê nedikarî xwe li Helebê bigire, berê xwe da Kobanê û beşdarî nava refên Şoreşa Rojava bû.
Destpêkê di karên konfederasyona xwendekarên Kurd ên neteweyî de cih girt.
Dilîşan mohra xwe li gelek xebatan da
Sala 2013’an de Dilîşan dest bi karê rojnamevaniyê kir da ku dengê şoreşê bigihîne hemû cîhanê û di Radyoya Dengê Kobanê de xebitî.
15’ê Îlona 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin, wê berê xwe da eniyên şer, ji eniyên rojhilat, rojava û Başûr nûçe dişopand.
Dilîşan Îbîş û komeke hevalên xwe qebûl nakin ku ji Kobanê derkevin lê ji ber dijwarbûna şer ew neçar dimînin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Dilîşan û hevalên xwe ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve tên girtin.
Ew pêşengiyê dike û li gel hevalên xwe 13 rojan dikevin greva birçîbûnê.
Piştî vê Dilîşan yekser berê xwe dide herêma Cizîrê da ku xebatên xwe berdewam bike û cihê xwe di Radyoya Dengê Cûdî de digre.
Bi rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015`an de Dilîşan vedigere Kobanê da ku radyoya xwe ji nû ve ava bike.
Li rex xebatên radyoyê ew du mehan ji bo televîzyona Ronahî TV nûçegihaniyê dike.
Herî dawî jî di dawiya 2016’an de Dilîşan derbasî xebatên ajansa ANHA`yê yên li kantona Qamişlo dibe.
Dilîşan beşdarî şopandina tevahî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê dibe.
Herî dawî pêngava Bagera Cizîrê dişopand.
12`ê Cotmeha 2017’an hêzên QSD`ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de rizgar dikin.
Dilîşan Îbiş li gel hevalên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Denîz diçin gel koçberan da ku rewşa wan bişopînin.
Di wan kêliyan de çeteyên DAIŞ`ê bi teqandina du otomobîlên bombebarkirî komkujiyê pêk tînin.
Di encama teqînê de nûçegihanên ajansa ANHA’yê Dilîşana Îbîş û Hogir Mihemed şehîd dikevin.
Dilîşan ji bo armanca ku berê wê da xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir û wekî Gurbetellî Ersoz, Şîlan Kobanê, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilovan Gever û bi dehan jinên din mîrateyeke dewlemend li pey xwe hiştin.



