Yekîtiya Doktoran a Navnetewî a li dijî Şerê Atomê ragihand ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne.
Yekîtiyê diyar kir ku delî bi destê wan ketine û bang li aliyên pêwendîdar kir da ku bi lez dest bi lêkolînê bikin.
Dewleta Tirk ji 17’ê Nîsana îsal ve li dijî gerîllayên Kurdistanê çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bikar tîne.
HPG’ê gelek caran bi dîmen û belge bikaranîna çekên kîmyewî bi raya giştî re parve kir.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan jî bang li saziyên pêwendîdar kir da ku li herêmê lêkolînan bikin.
Lê ji ber astengiyên PDK’ê gelek şandeyên ku çûn Başûr nekarî ti xebatê birêve bibin.
Yekîtiya Doktoran a Navnetewî ya li dijî Şerê Atomê têkildarî mijarê raporek amade kir.
Di raporê de tê gotin, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar eşkere li wê yekê mukir hatiye ku wan bombeyên gazê bikar anîne û wiha dewam dike:
Lixwemukirhatina Akar, lêpirsîneke serbixwe ferz dike.
IPPNW: PDK rê neda lêkolîna çekên kîmyewî
20 û 27’ê Îlonê ji Siwîsre û Almanya şande çûn Başûrê Kurdistanê. Dema serdanê heyetê dikarîbûn delîlên binpêkirina peymana çekên kîmyewî bidest bixe.
Di nava wan delîl û belgeyan de, madeyên hilberîna Klorê û maskeyên parastina ji çekên kîmyewî hebûn.
Rapor bi bîr dixe ku PDK’ê xebatên şandeya wan ên lêkolînê asteng kirine û dibêje,
Ji ber vê helwestê hevdîtina li gel mexdûrên êrişan pêk nehat.
IPPNW: Pêwîstî bi komîsyoneke serbixwe heye
Yekîtiya Doktoran a Navnetewî a li dijî Şerê Atomê eşkere kir ku dewleta Tirk peymana çekên kîmyewî binpê dike û got;
Sala 1999’an li navendên Almanyayê lêkolîn hatin kirin. Tê de eşkere bû ku Tirkiyê di şerê li dijî PKK’ê de bombeyên gazê bikar tîne.
Ji belgeyên hatine bidestxistin gumana bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve zêde dibin.
Lewma pêwîste ev ji aliyê komîsyoneke serbixwe were lêkolînkirin.



