Welatiyên Silêmaniyê: PDK’ ê dijminê sereke yê gelê Kurd e

Welatiyên Silêmaniyê diyarkirin ku xaka Başûrê Kurdistanê hatiye firotin û kes xwe weke xwediyê xakê nabîne, PDK dijminê gelê kurd e.

Welatiyê bi navê Karwan Umer da zanîn ku PDK bûye hevkarê dijminan , Karwan got :

”Dîroka xiyaneta PDK’ê vedigere salên 1954’an û hêjî dewam dike.

MÎT bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê bicih bûye, PDK bi xwe dijminek sereke yê Gelê Kurd e.”

Welatiya bi navê Awêzan Salih jî li ser heman mijarê destnîşan kir ku xaka başûrê kurdistanê bê xwedî maye û ji ber bêxemiya Hikûmeta Başûr her roj dewletek vê xakê bombebaran dike

Awêzin wiha berdewamî da axaftinên xwe:

”Li pêş çavê hikumeta heremê dewleta Tirk a dagirker axa me bombebaran dike.

Û ji ber vê yekê zarokê me dibin qurbanê destê dijmin”

Welatiyê bi navê Letîf Îsmail jî diyar kir ku xaka Başûrê Kurdistan ketiye destê komek sîxûr û her kes li gorî xwe xaka me difiroşe dijmin.

Welatiyên Kobanê: Ev ne cara yekê ye PDK’ê dikeve xeta îxanetê

Back to top button