Rêjîma Îranê kolberekî din kuşt û 2 jî birîndar kirin

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberek din di êrişa hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê li herêma Sarî Çîmen ya dikeve sînorê navbera Çaldiran ya Urmiye û sînorên Bakurê Kurdistanê de, hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirin.

Di encama êrişê de kolberê bi navê Şehram Mihemedî Elemhulî (24) yê xelkê gundê Îsa Kendî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha kolberê bi navê Cehfer Rehber yê xelkê Mako û kolberek din jî birîndar bûne.

Ji aliyê rêjîma Îranê ve her tim kolber rastî êrîşan tên û tên kuştin.

 

Back to top button