Lîderê Husiyan derbarê Behra Sor de hişyarî da Amerîkayê

Pêngava Amerîkayê ku li Behra Sor koalîsyoneke navnetewî ava dike Husiyan hişyariyek da vê yekê.
Serokê milîsên Husiyan Ebdulmelik El-Husî ragihand ku eger Amerîka rageşiyê zêde bike ew ê bibin hedefê wan.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ve hatin dayîn, milîsên Hûsiyan bi balafirên bê mirov û fuzeyan zêdetirî 100 keştiyên bazirganiyê kirin hedef.

Serokê milîsên Hûsî ku bakurê Yemenê kontrol dike, Ebdulmelik El-Hûsî hişyarî da Amerîkayê ku Behra Sor neke qada şer a nû.

Serokê milîsên ku Îran piştgiriya wan dike di daxuyaniya xwe ya piştî ragihandina Amerîkayê ya avakirina mîsyoneke navneteweyî li Deryaya Sor de got:

“Eger Amerîkiyan bi niyeta zêdekirina rageşiyê, tevlîheviyê bikin û welatê me bikin hedef, em ê wan bikin armanc.”

El Hûsî ji televîzyona El Masîra ya Hûsiyan re axivî û got,

“Em ê keştiyên şer ên Amerîkayê, berjewendiyên Amerîkayê û deryayên Amerîkayê bikin hedefa fuze û balafirên bêmirov.”

El-Hûsî her wiha hişyarî da welatên din ên beşdarî mîsyona deryayî ya navneteweyî bûne.

Her wiha pêngava Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê weke xeteriyeke mezin nirxand.

El Hûsî anî ziman ku ger Amerîka hêzên xwe bişîne Yemenê, dê bi xirabtirîn rewşa Afganistan û Vîetnamê re rû bi rû bimîne.

Li Behra Sor Koalîsyona Navneteweyî

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di 18’ê Kanûnê de daxuyanî dabû.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyar kirin ku li Behra Sor li dijî êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê operasyon hat lidarxistin.

Di qonaxa yekem de, 10 welat beşdarî mîsyona nû ya navdewletî dibin ku di bin sîwana Hêzên Deryayî yên Hevbeş û Hêza Peywira 153’an de hatiye avakirin.

Di nava Hêzên Deryayî yên Hevbeş de Tirkiye jî di nav de 39 welat hene.

Milîsên Hûsî diyar kirin ku armanca wan ew e ku di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de, piştgiriyê bidin Filistîniyên li Şerîda Xezayê.

Husiyan bi domdarî li Behra Sor êrîşî keştiyên bazirganiyê yên ku diçin Îsraîlê dikin.

Milîsên Hûsî diyar dikin ku ew ê êrîşan bidomînin.

Deryaya Sor û Kanala Suweyşê di rêya keştiyan de roleke girîng dilîzin.

Ji sedî 12’ê bazirganiya cîhanê li ser rêya Deryaya Sor pêk tê.

Êrîşên Husiyan û hewldanên pêşîgirtinê

Back to top button