Yewnanîstan yasaya nû ya ji bo koçberan pejirand

Li Parlamentoya Yewnanîstanê derbarê koçberên ku sê salan bê qanûnî bicîh bûne û xwedî kar in, deng hat dayîn.
JI 300 parlamenteran 262 parlamenter dengê ‘erê’ dan û pêşnûme hat pejirandin.
Bi pejirandina pêşnûmeyê ve nêzî 30 hezar koçberên qeçax ji vê yasayê sûde werbigirin.

Parlamentoya Yewnanîstanê qanûnek nû pejirand ku destûra rûniştinê dide koçberên neqanûnî, ger karibin îspat bikin ku ew di karekî de dixebitin.

Di dengdana li meclisê de ji 300 parlementeran 262 parlementeran dengê “erê” dan pêşnûmeyê.

Ji xeynî Partiya Demokrasiya Nû ya desthilatdar, hate dîtin ku partiyên çep ên mûxalefetê jî di dengdayînê de piştgirî dan qanûnê.

Beriya dengdayînê, Demokrasiya Nû tehdîd kiribû ku kesên dengê “na” bidin, wê ji partiyê bên derxistin.

Li gorî daneyên Wezareta Kar, di serî de derdora 30 hezar koçberên ku piraniya wan di sektora çandiniyê de dixebitin û ne xwediyê destûra rûniştinê ne, dê ji vê qanûnê sûd werbigirin.

30 hezar koçberên qeçax ji yasaya nû sûd werbigirin

Nûnera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) derbarê vê yekê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Ew her du sazî ji bo pejirandina yasayê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Di daxuyaniyê de qanûna ku hatiye qebûlkirin weke “însiyatîfeke erênî ya îradeya siyasî ya ji bo rakirina astengiyên ku mirovan nabîne û biçûk dixe” hat binavkirin.

Li gorî qanûnê ji bo koçberên neqanûnî yên li derveyî vê prosedurê destûra rûniştinê û kar nayê dayîn.

Wezîrê Koçberan Dîmîtrîs Kaîrîdîs ku piştî dengdayînê li Lijneya Giştî ya Meclisê axaftineke kurt kir.

Wezîrê Yewnanîstanê tekez kir ku hikûmet bi biryar e ku kontrolên sînoran bijdîne û li dijî bazirganiya mirovan têbikoşe.

Wezîr Dîmîtrîs destnîşan kir ku yasaya ku hatiye qebûlkirin bi awayekî ne qanûnî rê nade bidestxistina mafên hemwelatîbûnê û yekbûna malbatê.

Back to top button