Meclisa Gel a Mexmûrê serkeftina Qasim Keşko pîroz kir

Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi peyamekî nivîskî serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê ya di hilbijartinên meclisa parêzgehan de Qasim Keşko pîroz kir.

Meclisê diyar kir ku yekane rêya xwe parastinê îradebuyîne û wiha got:

“Civaka Êzîdî piştî fermana 74’an bi xweseriya Demokratîk birînên xwe pêçan, hêza xwe ya civakî û leşkerî avakirin û bi vê re karîn bibin xwedî îrade.

Civaka Êzîdî êdî li hemberî hemu êrîşan bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin.

Bi vê pêngavê re, ji gel û civakên bê parastina cewherî ne, bûne mînekek dîrokî.

Di nava 9 salan de gelek berdêlên giran dan û gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin, serkeftina vê hilbijartinê jî yek ji wan destkeftiyan e.

Di kesayeta rêzdar Qasim Keşko de em hemu gelê Şengalê silav û pîrozdikin, bi hêviya pêşerojek azad û aram serkeftinê dixwazin.”

Namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket

Back to top button