Hejmara kesên ji Almanyayê sirgûnî Tirkiyê tên kirin zêde dibe

Di 10 mehên îsal de 13 hezar û 512 kes ji Almanyayê hatin dersînorkirin.
Bi taybetî li gorî par zêdebûna hejmara kesên sirgûnî Tirkiyê hatin kirin balê dikişîne.
Di navbera Çile-Cotmeha îsal de 755 kes sirgûnî Tirkiyê hatin kirin.
Parlamentera Partiya Çep Clara Bûnger diyar kir ku bi taybetî zêdebûna sirgûnên ber bi Tirkiyê ve bi fikar e.

Li gorî par hejmara kesên ji Almanyayê hatin dersînorkirin zêde bû.

Li gorî vê yekê di deh mehên destpêkê yên îsal de 13 hezar û 512 kes ji Almanyayê hatin dersînorkirin.

Ev reqem di tevahiya sala 2022’an de bû 12 hezar û 945.

Di dema derketina koronavirus de hejmara dersînorkirinê kêmtir bû.

Di sala 2020’an de 10 hezar û 800, di sala 2021’an de jî 11 hezar û 982 kes hatin dersînorkirin.

Beriya Covîd-19 ango koronayê di sala 2019’an de hejmara kesên hatin dersînorkirin 22 hezar û 97 bû.

Di deh mehên îsal de 755 kes sirgûnî Tirkiyê hatin kirin

Welatên ku îsal kesên hatine dersînorkirin Awûstûrya, Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Moldova, Albanya û Tirkiyê ne.

Bi taybetî jî hejmara kesên ku ji bo Tirkiyê tên şandin zêdebûneke berbiçav heye.

Di navbera Çile-Cotmeha îsal de 755 kes sirgûnî Tirkiyê hatin kirin.

Di tevahiya sala 2022’an de hejmara kesên ku şandine Tirkiyê 515 bû.

Clara Bûnger: Zêdebûna sirgûnên ber bi Tirkiyê ve bi fikar e

Parlamentera Partiya Çep Clara Bûnger pirsek pêşkeşî meclisê kir û zêdekirina sirgûnan rexne kir.

Bûnger ji rojnameya Zeitung re axivî û got:

“Ev tê wê wateyê ku her ku diçe bêtir kes li dijî vîna xwe bi zorê têne vegerandin welatên ku xetera şer, binçavkirina keyfî, îşkence, xizanî û bêhêvîtiyê lê heye.”

Clara Bûnger diyar kir ku baştir e destûra rûniştina daîmî bidin van kesan.

Herwiha parlamentera Partiya Çep diyar kir ku bi taybetî zêdebûna sirgûnên ber bi Tirkiyê ve bi fikar e.

Back to top button