Li Tirkiyê hilbijartinên herêmî nêz dibe

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê nêz dibe.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind yê Tirkiyê qedexeyên ku dê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de bên kirin diyar kir.
Ev biryara qedexeyê Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, qedexeyên ku dê di 31’ê Adara 2024’an roja Yekşemê ku hilbijartinên herêmî bên kirin di saetên dengdanê da û piştî wê bên sepandin eşkere kir.

Li gorî biryara Lijneyê ya ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hate weşandin, 31’ê Adarê roja Yekşemê saet 06:00-23:59’an.

Firotin û vexwarina vexwarinên alkolî dê qedexe be.

Çek, teqemenî, amûrên birrîn û qutkirinê nayên hilgirtin.

Di roja dengdanê de hemû cihên şahiyê yên giştî yên wekî qehwexane û kafeyên înternetê dê di wexta dengdanê de girtî bimînin.

Di roja dengdayînê de bi şertê ku qedexe û rêzikên hilbijartinê bên şopandin, dawet piştî saet 18.00’an dikarin bên kirin.

Roja dengdanê heta saet 18.00’an wê li radyo û hemû dezgehên çapemeniyê nûçe, pêşbînî û şîroveyên derbarê hilbijartin û encamên hilbijartinê de bên qedexekirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê qedexeyên roja hilbijartinê diyar kir

Di navbera saet 18.00 û 21.00’an de tenê nûçe û ragihandinên têkildarî hilbijartina ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve tê dayîn, dikarin li radyo û hemû saziyên çapemeniyê bên weşandin.

Piştî saet 21:00’an hemû weşanên derbarê hilbijartin û encamên hilbijartinê de wê serbest be.

Lê heke Lijneya Hilbijartinê pêwîstî pê hebe, dibe ku biryar bê dayîn ku weşan beriya saet 21:00’an bên weşandin.

Her wiha di biryarê de wiha hat gotin:

“Saziyên radyo,televizyonê û medyaya nivîskî, devkî û dîtbarî ku mecbûr in li gor prensîbên bêalîbûn û rastbûnê tevbigerin,

Ev saziyan nikarin weşana yekalî, alîgiran bikin û divê wekheviyê pêk bînin.”

Back to top button