BAŞÛRÊ IDLIBÊ Û BAKURÊ LAZQIYÊ BI DIJWARÎ TÊN BOMBEBARANDIN

Êrîşên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê li gundewarê Idlibê dewam dikin û berê xwe ber bi Mi’eret Nu’man ve dikin.
Piştî ku rejîmê gelek herêmên stratejîk kontrol kirin, niha jî behsa vekirina ”Korîdoreke Mirovî” li gundewarê Idlibê dike.
Ev geşedanên bilez di wextekî de tên ku dewketa Tirk, piştî bibinketina gera 13emîn, behsa lidarxistina gera 14emîn a danûstandinên Astanayê dike.

Şer û pevçûn, topbaran û bombebaran li herêma navbera Idlib, Lazqiye û Helebê bi dijwariya xwe didome.

Piştî kontrolkirina bajarokê Xan Şêxûnê, êdî sira bombebaranê zivirî ser herêma Mi’eret Numan.

Balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsyayê bi hev re herêmê bombebaran dikin.

Di heman demê de jî, şer û pevçûn navbera hêzên rêjîma Sûrî û komên çete de li herêma Cebel Ekrad a bakurê Lazqiyê didome.

Her wiha gundên Mi’er Şorîn, Circinaz û Hilbê yên başûrê Idlibê bûn armanca balafirên şer ên rêjîmê.

Herêma Kebana ya bakurê Lazqiyê jî bu armanca 17 êrîşên ezmanî yên balafirên Rûsyayê.

Ev şerê dijwar ku ji 5’ê mehê ve rejîm bênavber dewam dike, bi xwe re gelek encamên erênîn ji rejîmê re anîn.

Ku di encam de rejîmê gelek herêmên stratejîk kontrol kirin.

REJÎM ”KORÎDOREKE MIROVΔ LI GUNDEWARÊ IDLIBÊ AVA DIKE

Niha jî û piştî bidestxistina van herêman, rejîmê ragihand ku ”ji bo derxistina sivîlan” ew ê korîdoreke ”mirovî” li gundewarê Idlibê, ava bikin.

Ji aliyê xwe NY destnîşan kir ku ji destpêka Nîsana borî ve bi sedan kes li Bakur-Rojavayê Sûriyê di encamê şer de hatine kuştin.

Her wiha bêhtirî 500 hezar sivîl koçber bûne.

 

Leave a Reply

Back to top button