Fewaz El-Zewbi: Divê êlên Ereb rê li ber fitneyê bigirin û baldar bin

Serokê Meclisa êla Cebûr Fewaz El-Zewbi diyar kir ku armanca bûyerên kuştinê yên ku li herêma Dêrazorê pêk hatin têkbirina ewlehiya herêmê ye..
El-Zewbi bang li êlên Ereb kir ku ji fîtneyê baldar bin û piştgiriya rêveberî û hêzên QSD’ê bikin..Êlên Reqayê heman helwest nîşan dan.

Li herêma Dêra Zorê gelek bûyerên kuştinê li dijî rûspiyên êlên herêmê pêk hatin.

Herî dawî jî, bûyera kuştina şêxê êla Igêdat Mitşer El-Hefel bû.

Li pişt kuştina van rûspiyan jî, diyar bû ku sîxurên Hikumeta Şam û dewleta Tirk a dagirker hebûn..

Jixwe hinek sîxur û şaneyên van aliyan hatine girtin û di mikurhatinên xwe de girêdana wan bi van herdu aliyan re piş trast kirin.

Tirkiye û hikumeta Şamê xwestin bûyerên kuştinê bi kar bînin da ku fîtneyê navbera QSD û gelên herêmê derxin.

Rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj piştgiriya xwe bi QSDê re nîşan didin.

Serokê Meclisa êla Cebûr a Sûriyê û berdevkê êlê yê bajarê Hesekê Fewaz El-Zewbi axivî..

Fewaz El-Zewbi diyar kir ku armanc ji van bûyeran, têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

Hikumeta Şamê îtirafê bi eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake.

Lê di dema niha de, li şûna ku piştgiriya projeya netewa demokratîk a Rêveberiya Xweser bike, hewl dide aramiya herêmê têk bibe.

Bi saya QSD’ê, herêmên me ewle bûn, em hewldan û êrîşan şermezar dikin.

Em gelên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyê hişiyar dikin..

Bi aliyên ku dixwazin fitneyê derxin, bandor nebin, da ku pirsgirêk mezintir nebe û ji bin kontrolê dernekeve..

Em ji her kesê welatparêz dixwazin ku bi axa xwe ve bên girêdan û li dijî hemû hewldanan xwe biparêzin..

Şêxê êla Sebax Mihemed Tirkî: Êlên Ereb piştgiriya QSD’ê dikin û li dijî tevliheviyê ne

Yek ji Şêxê êla Sabxa Mihemed Tirkî jî li dijî hewldanên fitneyê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman..

Em ê her tim piştgiriya QSD û Rêverberiya Xweser bikin.

Em rê nadin ne dewleta Tirk û çeteyên wê û ne ti kesên din ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan xerab bikin.

Dewleta Tirk wê fitne û kirinên xwe berdewam bikin, lê em xaka xwe ku bi xwîna zarokên me hatiye avakirin, nadin wan.

Şêxê êla Welde Remezan El-Rihel jî destnîşan kir hewldanên aliyan, derxistina fitine û polîtîkeya parçekirinê ye, lê bi hevgirtina êlan hewldan têk diçin.

Şêxê êla El-Beryecê Hisên Berces : Tenê hêzên QSD’ê nûnertiya me dikin

Şêxê êla El-Beryecê Huseyîn El-Berces jî wiha got:

Em van kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin..

Dewleta Trik dibêje QSD’ê teror e, lê di rastiya xwe de Dewleta Tirk bixwe karê terorê dike..

Em jî ti kesî li ser xaka xwe qebûl nakin.

Back to top button