KNK ji bo lidarxistina konferansa peymana Lozanê amadekariyên xwe didomîne

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansa ku bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tê lidarxistin û got,
“Em Kurd êdî li çar parçeyên Kurdistanê statuyeke fermî dixwazin.”

Çend hefte man ji salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmehê de hatibû îmzekirin.

Kongreya Netewî Ya Kurdistanê li ser salvegera peymana lozanê wê konferansekî li dar bixe.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs derbarê mijarê de axivî û nirxandin kir.

Ehmed Karamûs: Em girîngîyek mezin didin vê konferansê

Ehmed Karamûs diyar dike ku xebata wan tenê konferansekî re sînordar namîne û got;

Heta niha gelek panel, forum, pêşangeh û axaftinên din hatine lidarxistin.

Em girîngiyeke taybet didin vê konferansê.

Bi domdarî Karamus anî ziman ku xebatên ku wan heta niha birêve birine girîngin û ev yek got;

”Mebesta me ew e ku partiyên siyasî, dezgeh, saziyên baweriyên cuda, pêkhateyên cuda yên etnîkî û kesan tevlî vê konferansê bibin.

Zêdetirî salek û nîv e em amadekariya vê konferansê dikin.

Xebata ku me heta niha kiriye, encamên pir girîng derxistiye holê.

Ehmed Karamûs: Em dixwazin li dijî peymana Lozanê nîqaşan pêşbixin

Ehmed Karamûs bal kişande ser armanca lidatrxistina konferansa peymana lozanê û got:

”Em dixwazin li dijî Peymana Lozanê nîqaşeke neteweyî pêş bixin.

Ji bo vê jî me xwest li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi hev re bixebitin.

Me bi hemû pêkhateyên Kurdistanê re hevdîtin kir û nêrînên wan stend.

Ehmed Karamûs: Armanc ewe ku nasname û statûya gelê Kurd were naskirin

Ehmed Karamûs destnîşan kir ku ew dixwazin fikra ‘Kurd nabin yek’ ku ji dîrokê heta îro hatiye ji holê rakin.

Hevserokê KNK’ê Karamûs daxuyand ku ew ê di 100 saliya wê de Lozanê red bikin û wiha bi dawî kir:

“Em dixwazin trajediya 100 salî ya gelê Kurd ji holê rakin.

Ji bo vê jî heta kêliya dawî em ê hewl bidin ku hemû pêkhateyên Kurdistanî tevlî vê konferansê bibin.

Em dixwazin di vê sedsalê de nasname û statuya gelê Kurd were naskirin.”

Back to top button