YJA Starê roja fedaîtiyê bi çalakiyan silav kir

Gerîlayên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê çalakî li dar xistin.
Di encama çakakiyan de dagirkerek hate cezakirin 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker û çalakiyên gêrîla de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir gerîlayên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê çalakî li dar xistin û ev agahî dan:

Li Xakurkê Gerîlayên YJA Star’ê dagirkerek ceza kir, 4 jî birîndar bûn

“li Herêma Rojava yê Zapê ya Şehîd Delîl

Di 29 û 30’ê Hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên gerok ên YJA Starê ve li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Xakurkê jî disa 29’ê Hezîranê gêrîlayan bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Girê Koordîne xistin.

Ev çeper hate îmhakirin û dagirkerek hate cezakirin.

Her wiha 4 dagirker jî birîndar bûn.

Di heman demê de li Qada Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.”

Qadên Gêrîla 350 caran bi balafir û cekên giran hate bombekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriyê de jî ev agahî parve kir:

Di 29 û 30’ê Hezîranê de qada Rojava yê Zapê 14 caran bi balefirên şer, 336 caran jî bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin.

HPG’ê her wiha ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê Sîda ya Zapê hewl da ku tunelan bi kepçeyan hilweşîne.

Back to top button